Leyla Zana: Hemû beşdaran bi hestên xwe yên germ silav dikim.
MP Leyla ZANA's speech - Kurdish and Turkish version
TURKISH VERSION BELOW
Beşdarên bi rûmet,
Dostên ezîz,
Wun bi xêr hatin 10.mîn konferansa me ya bi navê “Yekîtiya Ewrûpa, Tirkiye û Kurd.
Di destpêka axaftina xwe de, ez dixwazim vê axaftina xwe îthafê sê jinên qehreman û nemir yên bi navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku sala bûherî li Parîsê hatin qetilkirin bikim.
Di yekemîn sala ku ji nav me koç kirin, ez wan bi rûmet û bi dilovanî bi bîr tînim.
Ez dixwazim bi bîr bixînim ku kiryarên vê qetlîamê hîna ne hatine dîtin. Û ji ber hîna eşkere ne bûne, ev yek di destpêkê de li ser Frense û her wiha li ser Yekîtiya Ewrûpayê weke lekeyeke reş dimîne.
Ji bo ku ev şerm ji holê rabe, divê demek ji ya din zûtir kiryarên qetlîame bi awayekî zelal eşkere bibin û qetîl radestî edeletê werin kirin.
Herwiha di destpêkê de, ez dixwazim sipasiyên xwe pêşkeşî hevalên xwe yên amadekariya konferansê kirine bikim. Kedkarên raste rast yên vê civîne ewin. Ger wan ev zehmetî ne kişandina, îro meyê nikaribûna di vê platformê de li hev bicivin.
Wekî wun jî dizanin, beşa îsal ya vê konferansê bi sernivîsa “Tirkiye, Kurd û pêvajoya Îmrali ya aştiyê” pêk te.
Li van herdu rojên konferansê û di rûniştinan de dostên me yên pispor wê her mijarê bi awayekî kûr binirxînin. Ez jî bi reya vê konferanse dixwazim di derbarê pevajoya dîrokî ya van rojên dawi ya îhtîmale çareseriya pirsgireka kurd derdixe holê, hîn dîtinên xwe bi we re parve bikim.
Beşdarên ezîz,
Dewleta Tirkiyê ya ezbera xwe ya sedsala dawî dimeşand, bi xêr wa xwe diguherîne. Wêneyê Tirkiyê yê berê digot, hêjmareke gel tenê xwediyê Komarê ye û hêjmara din ya zede jî mecbure stûyê xwe li hember vê yeke bitewîne, êdî diguhêre.
Hevdîtinên navbera Hikumeta Tirkiyê û birêz Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê pêk tên, di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd ya li Tirkiyê de, gavek herî girînge. Bi munasebeta vê gotinê, ez herwiha dixwazim kesên ku ji bo van hevdîtinan ked dane, dema xwe veqetandine û herwiha mixabin jiyana xwe di vê rêyê de feda kirine jî bi minnetdarî bi bîr bixînim.
Pêvajoya aştiyê ya Îmraliyê berî niha jî di rojevê de bû û hîn hewildan hebûn. Lê hewildanên vê carê ji yên din cûdatirin. Ji ber ku vê carê herdu kesên pewendîdar, herdu lîderên bi hêz wê bi awayekî şexsî pêvajoyê bi rêve bibin.
Her çiqas tesîra serokwezîr Erdogan ya li ser civaka Tirkiyê nayê înkarkirin, di heman demê de di civaka Kurdan de jî tesîra birêz Ocalan nayê înkarkirin.
Pêvajoyên bi heman rengî yên din ên navnetewî de jî bi me dane fêm kirin ku gav û xebatên bi vê rengî, pêvajoyê hîn caran ber bi jorê hîn caran jî ber bi jêrê ve dibe û zehmetin. Ji bo ku pêvajoya Îmraliyê bi awayekî hêsan pêşbikeve, divê em bi hevdu re destekê bidin û ji bo aliyan gavên pewîst bavêjin jî, divê em cesaret bidin wan û wan teşwîqê gav avêtinê bikin.
Dostên bi rûmet,
Dema pirsgirêka kurd tê niqaşkirin, divê hertim di bîra mirov de be ku mijareke berfirehe, tevlîheve û taybetmendiyeke xwe heye.
Pêvajoya aştiyê ya destpêkiriye mirovan kefxweş dike, lê divê naveroka projeya hatiye destnîşankirin jî bi raya giştî re were parvekirin.
Ger gavên raste rast yên derbarê daxwazên sereke yên kurdan, weke bicîhanîna daxwazan di nav qanûnê de, garantiyên qanûna bingehîn, azadiya qada siyasî, tevlîkirina PKK li nav jiyana civakî û siyasî û herwiha ûn derbarê şert û mercên Ocalan nên avêtin, dibe ku cîddîyeta pêvajoyeke bi vî rengî têkeve xeteriyê.
Jiyaneke azad, adîlane û bi vîn, tenê bi pêkanîna van daxwazan mimkune.
Herwiha dixwazim bînim bîra we, ger kurd li her qadên lê dijîn xwedî statuyên îdarî, siyasî û çandî nebin, ev pirsgirêk wê çareser nebe.
Ji dema ku axa kurdan parve û perçekirin heta niha, hima bêje sedsalek derbas bû. Di vê sedsalê de di nav sînorên ku ji dervayê îradeya wan hate xêz kirin, Kurdan têkoşîna xwe ya azadî, maf û hebûna xwe domandin û didomînin.
Kurdên Kurdistana Başûr ji bo azadiya xwe garantî bikin, bê navber amadekariyên xwe yên binesaziyê didomînin.
Li aliyê din, Kurdên Rojavayê jî ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bilind dikin.
Kurdên Kurdistana Tirkiyê jî bi mijara pevajoya Îmraliyê ku herwiha mijara konferansê ye hewil didin aştiyê ava bikin.
Kurdên Kurdistana Îranê jî têkoşîna xwe di nav şert û mercên zehmet de didomînin. Mixabin her roj bi darvekirinên nû re, rû bi rû dimînin. Bi vê munasebetê bang li raya giştî ya nevnetewî dikim, ji bo ku li Îranê binpêkirinên mafên mirovan û pratîkên antî demokratîk bi dawî bibin, hewildanên hîn çalaktir nîşan bidin.
Kurdan jî li gel tekîliyên baş yên bi cîhanê re pêş dixînin, divê her wiha bi xwe re jî têkevin tekiliyê. Herwiha ji bo ku di erdnîgariya lê dijîn aşîtiyeke mayînde pêk were, Yekîtiya Kurdan û hevgirtina civakê jî esase.
Hewldanên çewt ku armanca wan ewe Kurdan di nav hevdu de bidin şer kirin an jî hewldanên ku dixwazin kurdan ji hevdu veqetînin, wê li heremê tene neçareseriyê pêş bixîne.
Gelên dost û dostên kurdan, bi parastina ferqên xwe ji bo pêşeroja kurdan, divê destekê bidin lihev civandina derdorê xalên giştî û divê çarçoveyê de têkevin nav hewldanan.
Tenê bi vê reyê mirov dikare sînorên bê mane ku kurd bi têkoşîna demokratîk û di nav mêjuyên xwe de çêkirine ji holê rake û bi vî awayî mirov herwiha dikare di navbera gelên ku kurd bi wan re dijî, piran ava bike.
Ez dixwazim ji vêderê, ji gelê me yê başûr, bakûr, rojhilat û rojavayê re bidim zanîn, ku ne tenê bi hestên xwe, em herwiha bi xebatên xwe yên pratîkî jî li gel wanin.
Beşdarên bi rûmet,
Pêvajoya aştiyê ya Îmralî, li Tirkiyê piraniya ezberan xira kir û her wiha statukoyê hêjand. Dema aştiya Tirk û Kurdan tê rojevê, Tirkiye vedgûhere komara tirsê. Di beşek vê weneyê de, hîn derdorên çareserîxwaz hene û di beşa din de jî mixabin yên neçarseriyê ferz dikin hene.
Partiya pêşketin û edaletê AKP ku ev 3 deme bi serê xwe desthilatdare, her çiqas hedî, kem û car caran jî dikule, di derbare çareseriya pirsgireka kurd de ji dîroka komarê û vir ve partiya ku gavên herî wêrek daveje û mekanîzmayê dîalogê bi rêve dibe ye.
Di vê demê de ji muzakereyê zedetir aliyan hewl dan hevdu fêm bikin û gavên baweriyê xûrttir kirin avêtin. Ez di wê baweriyê de me, niha jî dema muzakereyên hîn realîst û ber bi çave.
Ez dixwazim bi awayeke vekîrî bînim ziman, li gorî hewldanên berê yên ji bo aştiyê, hikumeta niha mijara muxatabgirtinê, bi awayeke hîn realîst nirxand. Pêkanîna vê mekanîzmaya hemdem ya bi tevgera azadiya kurd û Îmralî re bi wateye û ji bo pêşerojê heviyan dide mirov.
Bi van gavên erenî herwiha mijarên zarûrî jî hene ku divê werin çareser kirin.
Beşdarên bi rûmet,
Ji bo pirsgirêka kurd bi pêvajoya aştî ya Îmraliyê veguhere aştiyeke mayînde, rê ji qadên tekoşîna demokratîk vebe û herwiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, li gor nerîna min hîn xal hene. Ez dixwazim van xalan wiha bi lêv bikim.
Her çiqas destûra bingehîn ya demokratîk niha li aliyekî hatiye hiştin, pewîstî bi destûrek bingehîn ku hemû gelên li Tirkiyê bihemizîne, mafên wan bi awayeke wekhevîxwaz garantî bike, azadîxwaz û demokratîk be, heye. Û divê ev guherandin pêk were.
Divê girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê tavîlê serbest werin berdan.
Divê qanûna tekoşîna dijî terorê demek ji ya din zûtir were guherandin.
Ji bo azadiya girtiyên siyasî divê gav werin avêtin.
Birîna kur Roboskî ya di nav dilê kurdan de êşeke mezine, divê demek ji ya din zûtir were ronîkirin.
Divê perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi kurdî di qanûnan de were garantî kirin û têkeve meriyetê . Li aliyekî de, li ti deverê cîhanê mirov nikare bibîne ku gelekî, ji bo perwerdeya zimana dayikê, perê nanê xwe xerç dike. Li aliyê din de, dahatuyên ku ne adîl tene parvekirin bi van helwestan wê zirarê bide û ev yek jî wê nakokiyên çînî kûrttir bike.
Divê li Tikiyê naveroka sîstema perwerdeyê ji jihev cûdakirinên etnîkî were paqijkiirin û ji komên cûda yên etnîkî û çandî re perwerdeyên bi bingeha xweşbîniyê were dayin. Herwiha divê dersa mafên mirovan ya gerdûnî jî wekî dersek mecburî were dayîn.
Ji bo xizmeta gelemperî ya bi kurdî, divê bingeha qanûnî were amadekirin.
Divê li ser mercên aliyên ku wê aştiyê biafirînin, bi awayekî realîst were rawestandin û şert û mercên wekhev werin amadekirin.
Beşdarên Hêja,
Ji bo pêkanîna aştiyê, divê herwiha civaka navnetewî jî berpirsiyariyên dikevin ser milên wan, bi cîh bînin.
Di destpêkê de Yekîtiya Ewrûpayê divê aktorên navnetewî di dewsa siyaseta rojane bi pêşxistina bernameyên siyasî, civakî, aborî yên raste rast û dem dirêj desteka xwe zêde bikin û divê ev piştgiriya wan berbiçav be.
Li dervehiştina rexistinên kurd ji qada qanûnî wê li Tirkiye feydê nede çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêbazên siyasî û aştiyane. Ji ber vê yekê, divê PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê û dewletên Yekbûyî ya Emerikayê were derxistin.
Bi hêviya ku hêjmara avakerên aştiyê zêde bibin,
Hemû beşdaran bi hestên xwe yên germ silav dikim.
Hurmetên xwe pêşkeş dikim.
Leyla Zana
04.12.2013
Brüksel
---
(Turkish version)
Saygıdeğer katılımcılar,
Değerli Dostlar,
10.’sunu düzenlediğimiz “AB, Türkiye ve Kürtler Konferansı”na hoş geldiniz.
Öncelikle bu konuşmamı, geçen yıl Paris’te katledilen üç cesur ve ölümsüz kadına; Sakine Cansız, Fidan Doğan ve Leyla Şaylemez’e adadığımı belirtmek isterim. Aramızdan ayrılmalarının birinci yılında onları saygı ve rahmetle anıyorum. Bu katliamın faillerinin hâlâ bulunamamış olması başta Fransa olmak üzere tüm AB ülkeleri üzerinde kara bir leke olarak durduğunun bilinmesini isterim. Bu ayıbın ortadan kaldırılması için, bir an önce katliamın arkasındaki karanlık yapı tüm şeffaflığıyla ortaya çıkarılmalı ve failleri adalete teslim edilmelidir.
Konferansın düzenlenmesi için emek sarf eden arkadaşlarıma teşekkür ediyorum. Onlar bu toplantıların gerçek emekçileri, onlar olmasaydı, bugün bu platformda bir araya gelemezdik.
Bu konferansımızın başlığı sizlerin de bildiği gibi, ‘Türkiye, Kürtler ve İmralı Barış Süreci.’
Yapılacak oturumlar boyunca ilgili dostlarımız belirlenen konuları derinlemesine analiz edecekler. Kürt meselesinde çözüm ihtimalinin belirdiği bu tarihi süreç ile ilgili düşüncelerimi kısaca sizinle paylaşmak istiyorum.
Değerli katılımcılar,
Türkiye’de devlet, bir asırlık ezberini nihayet bozmaya başladı. Küçük bir azınlığın Cumhuriyet’in sahibi olduğu, kalan çoğunluğun ise buna itaat etmek zorunda olduğu Türkiye fotoğrafı artık değişiyor.
Türkiye Hükümeti ile Sayın Abdullah Öcalan arasında İmralı Cezaevi’nde yürütülen barış görüşmeleri, Türkiye’de Kürt meselesinin çözümünde atılan en önemli adım. Bu barış görüşmelerinin hayata geçmesi için emeğini, zamanını ve hatta hayatını feda edenleri büyük minnet ile anıyorum.
İmralı Barış Sürecinin, bundan önceki barış teşebbüslerinden farkı, iki gerçek muhatabın, iki güçlü liderin bizzat bu süreci yürütmeleridir.
Türk kamuoyu üzerinde Başbakan Erdoğan’ın etkisi nasıl tartışılmaz ise, Kürt kamuoyunda da Sayın Öcalan’ın etkisi tartışmasızdır.
Pek çok uluslararası tecrübenin de gösterdiği gibi bu süreçler inişli çıkışlı ilerleyen, zahmetli süreçlerdir. Bu açıdan İmralı sürecinin sağlıklı bir şekilde ilerlemesi için hep birlikte destek vermeli, tarafları gerekli adımları atmaları için cesaretlendirilmeli ve teşvik etmeliyiz.
Saygıdeğer dostlar,
Kürt meselesini konuşurken özgün, kapsamlı ve karmaşık bir konu olduğu hep hatırlanmalıdır.
Barış sürecinin başlamış olması sevindirici olmakla birlikte, çerçevesi belirlenmiş bir projenin de kamuoyu ile paylaşılması gerekir.
Çünkü Kürt tarafının taleplerinin yasal karşılığı, anayasal güvenceler, siyasal alanın özgürleştirilmesi, PKK’nin sosyal ve siyasal hayata dahil edilmesi, Öcalan’ın koşulları gibi ana başlıklarda gerçekçi adımların atılmadığı bir süreç ciddiyetini sorgular hale getirecektir.
Adil, özgür ve onurlu bir yaşam ancak bu taleplerin hayata geçirilmesi ile mümkün olur.
Bilinmesini isterim ki, Kürt meselesi, Kürtler yaşadıkları tüm alanlarda idari, siyasi ve kültürel statülerine sahip olmadan çözülemez.
Kürtlerin coğrafyalarının parçalanmasından bugüne yaklaşık yüzyıl geçti. Bu yüzyıl içerisinde Kürtler, kendi iradeleri dışında çizilen katı sınırlar içerisinde özgürlük, hak ve var olma mücadelelerini sürdürdüler, sürdürüyorlar .
Güney Kürdistan Kürtleri özgürlüklerini sağlamak için soluksuz bir altyapı hazırlığı içerisindeler.
Rojava Kürdistan’ı Kürtleri kendi özgürlükleri için mücadelelerini yükseltiyorlar.
Türkiye Kürdistan’ı Kürtleri, bu toplantının konusu olan İmralı süreci ile kalıcı barışı inşa etmeye çalışıyorlar.
İran Kürdistanı Kürtleri ise mücadelelerine zor şartlar altında devam ediyorlar. Her gün yeni idamlarla karşı karşıyalar. Bu vesile ile buradan uluslararası kamuoyuna sesleniyorum, İran’daki insan hakları ihlalleri ve anti-demokratik uygulamaların son bulması için etkin bir şekilde çaba gösterilmeli.
Kürtler dünya ile ilişki geliştirdikleri kadar birbirleri ile de ilişki içerisine girmeli. Kürtlerin bir arada, derli toplu olmaları yaşadıkları coğrafyada kalıcı barışın tesis edilmesi için hayatidir.
Kürtleri kendi aralarında çatıştırarak, onları bölmeyi amaçlayan çabalar, sadece bu coğrafyada çözümsüzlüğü derinleştirir.
Dost halklar ve halkların dostları Kürtlerin gelecekleri için farklılıklarını koruyarak, ortak paydalarda buluşmalarına katkı sunmalı ve bu doğrultuda çaba sarfetmeliler.
Ancak bu yolla, Kürtlerin demokratik mücadeleleri ile zihinlerde ve yüreklerde anlamsızlaştırdığı sınırlar ortadan kaldırılabilir ve Kürtlerin birlikte yaşadıkları komşu halklar arasında bir köprü olmaları sağlanabilir.
Buradan Güney’iyle, Kuzey’iyle, Doğu’suyla ve Batı’sıyla Kürdistan’daki tüm halkımızın sadece duygularımızla değil, pratik çalışmalarımızla da yanlarında olduğumuzu bilmelerini isterim.
Değerli Katılımcılar,
İmralı Barış Süreci, Türkiye’de pek çok ezberi bozdu ve statükoyu sarstı. Kürt-Türk barışı gündeme geldiğinde, Türkiye tam bir korkular cumhuriyetine dönüyor. Bu fotoğrafın bir tarafında çözüm isteyenler, öteki tarafında ise çözümsüzlüğü dayatanlar var.
3 dönemdir tek başına iktidar olan Adalet ve Kalkınma Parti’si, yavaş, aksak ve eksik olsa bile cumhuriyet tarihi boyunca Kürt meselesinin çözümü yolunda en cesur adımları atmakta ve diyalog mekanizmalarını işletmektedir.
Bu süre içerisinde taraflar müzakereden çok birbirlerini anlamaya çalıştılar. Güven sağlayıcı adımlar attılar. Şimdi artık gerçekçi müzakerelerin başlaması gerektiğini düşünüyorum.
Açıkça ifade etmek isterim ki, önceki barış teşebbüslerinden farklı olarak Hükümet, muhataplık meselesini gerçekçi bir şekilde ele aldı. İmralı ve Kürt Özgürlük Hareketi ile eş zamanlı diyalog mekanizmasını işletmesi anlamlı ve gelecek için umut vericidir.
Bu olumlu adımlarla birlikte çözülmesi gereken pek çok hayati mesele de önümüzde duruyor.
Değerli katılımcılar,
Kürt meselesinin İmralı Barış süreci ile kalıcı bir barışa evrilmesi, demokratik mücadele alanlarının açılabilmesi ve Türkiye’nin demokratikleşmesi için yapılması gerektiğini düşündüğüm hususları şöyle sıralamak isterim;
Her ne kadar rafa kaldırılsa da, Türkiye’de yaşayan bütün farklılıkları kapsayan, onların haklarını güvence altına alan eşitlikçi, özgürlükçü ve demokratik bir anayasa muhakkak yapılmalıdır.
Türkiye cezaevlerinde bulunan hasta mahkumlar derhal serbest bırakılmalıdır.
Terörle Mücadele Kanunu bir an önce değiştirilmelidir.
Siyasi tutsakların özgürleşmesi için adımlar atılmalıdır.
Kürtlerin yüreğinde kanayan bir yara olan Roboski katliamı bir an önce aydınlatılmalıdır.
Kürtçe anadilde eğitim yasal güvence ile hayata geçirilmelidir. Dünyada hiçbir halkın ana dilini öğrenmek için ekmek parasını harcadığı görülmemiştir. Zaten adil olmayan gelir dağılımı bu girişimlerle daha çok darbe alacak ve bu durum sınıfsal çelişkileri derinleştirecektir.
Türkiye’de eğitim müfredatı etnik ayrımcılıktan arındırılmalı, farklı etnik ve kültürel gruplara yönelik hoşgörü temelli eğitimler verilmelidir. Evrensel insan hakları dersinin zorunlu ders olarak okutulması gerekir.
Kürtçe kamusal hizmet için yasal altyapı hazırlanmalıdır.
Barışı inşa edecek olan tarafların koşulları gerçekçi bir şekilde ele alınmalı, eşit koşullar sağlanmalıdır.
Sevgili Katılımcılar,
Barışın hayat bulması için, uluslararası toplumun da üzerine düşen sorumlulukları yerine getirmesi gerekiyor.
Avrupa Birliği başta olmak üzere, uluslararası aktörler bu sürece dolaylı ve günübirlik politikalar yerine, doğrudan ve uzun vadeli sosyal, ekonomik ve siyasal programlar geliştirerek katkılarını arttırmalı ve bu katkılarını görünür kılmalıdırlar.
Kürt örgütlerinin yasal zeminin dışına itilmesi, Türkiye’de Kürt meselesinin barışçıl ve siyasi çözümüne katkı sunmayacaktır. Bu nedenle PKK Avrupa Birliği ve ABD’nin terör örgütleri listesinden çıkarılmalıdır.
Barış inşacılarının çoğalması dileğiyle.
Tüm katılımcıları en içten duygularımla selamlıyorum.
Saygılarımı sunuyorum.
Leyla Zana
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
10th INTERNATIONAL CONFERENCE ON
"THE EUROPEAN UNION, TURKEY AND THE KURDS"
Turkey, the Kurds and the Imrali Peace Process:
An Historic Opportunity
Brussels, European Parliament, 4th & 5th of December 2013
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *